Îdrîs Naîm Şahîn dîsa giştîname şandiye!

Îdrîs Naîm Şahîn dîsa giştîname şandiye!

Wezareta Karên Hundir giştînameya qedexekirina mitînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" 14'yê Tîrmehê li Amedê dê bê lidar xistin ji hemû bajaran re rêkir. Wezaret di giştînameyê de dixwaze ku derketina ji bajaran bê astengkirin.

Wezareta Karên Hundir giştînameya qedexekirina mitînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" 14'yê Tîrmehê li Amedê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk ve tê organîzekirin ji hemû bajaran re rêkir. Di çarçoveya giştînameyê de polîs çûn avahiya BDP'a Bursayî û biryar ji rêveberiya BDP'ê re ragihandin. Serokê BDP'a Bursayê Suat Ertugrul diyar kir ku qedexeya mitîngê li Bursayê ketiye meriyetê û got; "Polîsên midûriyeta ewlehiyê ya Bursayê hatin avahiya me û biryar ji me re ragihandin. Polîsan ji mere gotin, 'ji ber îstîxbarata dê çalakiyên cuda bên lidar xistin, mitîng hatiye qedexekirin' Me jî ji wan re got, ji bo em mafên xwe yên demokratîk bilêv bikin ev mitîng gelekî girîng e. Li ser vê yekê polîsan jî diyar kirin ku ew ê çûna Amedê asteng bikin û kesên biçin Amedê bixin binçavan.

GEFA DÊ CEZA BÊ DAYÎN

Ertugrul diyar kir ku ev pêkanîn pêkanîneke dij-demokratîk e û anî ziman ku ew ê nekaribin gelê kurd bi qedexeyan bidin rawestandin. Ertugrul anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê mafên xwe yên demokratîk bikar bînin û di 14'yê Tîrmehê de li qada Îstasyona Amedê nîşan bidin ka bi rêbazên demokratîk çawa dê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkênin. Ertugrul da zanîn ku bi teblîgat û gefa dê ceza li otobûsan bê bidîn meşa wan a ber bi Amedê ve hatiye astengkirin.