Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Giştî ya BDP’ê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di çarçoveya pêwîstiyên partiyê de di peywira cîgirtiya serokê koma partiyê ya li meclîsê de guhertinek pêk hatiye û li şûna Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê, Parlementerê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken hatiye peywirdarkirin.