Îdîaya li Şamê ji 70’ê zêdetir kes hatin kuştin

Îdîaya li Şamê ji 70’ê zêdetir kes hatin kuştin

Hate îdîakirin ku, li paytexta Sûriyeyê Şamê hêzên rejimê ji 70’ê zêdetir kes kuştine. Li Helebê jî komek ya endamê hêza milîs ya Şebîhha ya girêdayî rejimê ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad ve dîl hatibûn girtin, birêz gule lê reşandin û darvekirin.

Hate ragihandin ku, di operasyonek ya hêzên rejimê li paytextê Sûriyeyê Şamê de bi dehan kes kuştine. Muxalîfan îdîakir ku, di operasyonên ser semtên Yalda û Cedet Artuzê de ku 70 kesên hatine înfazkirin muxalifin. Li gorî muxalifan leşker derî derî geriyane û kontrola nasnameyan kirine, kesê biguman dîtine derxistine derve û gulebaran kirine.

Televîzyona dewletê operasyon piştrastkirin, got; ‘bidehan terorîst’ teslîm bûne yan jî hatine kuştin.

MUXALÎFAN DEST BI ÊRÎŞKIRINA BALEFIRGEHA HELEBÊ KIRIN

Duwemin bajarê Sûrî yê mezin Heleb ku pevçûn lê zêdebûne, hate ragihandin ku muxalîf ji bo balefirgehê bidest bêxin dest bi êrîşan kirine. Hate diyarkirin ku, hêzên muxalîfan tankek ji destê hêzên rejimê derxistiye û dest bi bombebarana balefirgehê kiriye.

LI HELEBÊ ENDAMÊN ŞEBÎHHAYÊ RÊZ KIRIN Û GELBARAN KIRIN

Pevçûnên li Helebê, serdegirtinên bixwîn yên Artêşa Sûriyeya Azad ku li ser 2 qereqol û navenda hêzên milîs yên Şebîhhayê yên duh dişopînin. Pevçûnên ku tê ragihandin 6 demjimêran domkir, di nav de rêberê Şebîhha Zeyno Berrî jî heyî 41 kes hatin kuştin. Di nava van de rêberê Şebîhha Zeyno Berrî jî heyî komek ya hêzên milîs û leşkerên heyî piştî dîl hatin girtin û birêzê ve gulebaran kirin rastî bertekan hatin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan, ew dîmenên didin diyarkirin ku alîgirên Esad yên ji aliyê muxalîfan ve hatine kuştin û di înternetê de hatine belavkirin aşkera kir ku, sûcê mirovahiyê ye û şermezar kir. Dîmena ku tê diyarkirin roja Sêşemê hatiye qeytkirin û di malpera Youtube’yê de hatiye weşandin, tê dîtin ku 4 kes tên rêzkirin û gulebaran kirin. Hate ragihandin ku, kesên mijara gotinê di pevçûnê de dîl têne girtin û piştre li dadgehekî ji aliyê muxalîfan ve hatî avakirin têne darezandin û piştre têne înfazkirin.

Di vê navberê de televîzyona El Cezîreyê jî ragihand ku, leşkerên Sûrî gule berdana leşkerên Urdunê yên li ser sînor li benda koçberanin û hinek kes birîndar bûne.

Rêxistina Zevî û Zad ya NY ragihand ku, ji ber sedema pevçûnên li Sûrî ji 3 milyonan zêdetir mirov birsatiyê jiyan dikin, her wiha banga alîkariya mirovahî kir.