Îdiaya li Helebê peçvûnên dijwar diqewimin

Îdiaya li Helebê peçvûnên dijwar diqewimin

Çapemeniya rojava, diyar kir ku li bajarê Helebê yê Suriyeyê pevçûnên dijwar dest pê kirine.

Li gorî ajansa AP dispêre mîlîtanê bi navê Muhammed Saîd, li Helebê bi hezaran endamên Artêşa Azad a Suriyeyê ketine Helebê.

Koma çekdar a piştgiriya dewletên rojava ku di serî de DYA heye û Tirkiye-Suudî Erebîsan- Qetar digire bi rejîma Esad re di nava pevçûneke dijwar de ye. Bi taybetî hate hînbûn ku pevçûn li taxa Selahaddîn didome.

Pevçûnên heta paytextê jî çûn heta roja pêncşemê gihiştibû bajarê Helebê. Ji ber pevçûnan gelek welatiyên bajar reviyan.

Hêjayê gotinê ye ku li Hebelê nîv mîlyon kurd dijîn. Lê taxên ku kurd lê dijîn hêj bê deng e.