Îdîanameya komkujiya Amedê 10 meh şûnde hat amadekirin
Îdîanameya komkujiya 5'ê Hezîranê ku êrîşa bombeyî li dijî mîtinga HDP'ê pêk hatibû, hat amadekirin.
Îdîanameya komkujiya 5'ê Hezîranê ku êrîşa bombeyî li dijî mîtinga HDP'ê pêk hatibû, hat amadekirin.
Îdîanameya komkujiya 5'ê Hezîranê ku êrîşa bombeyî li dijî mîtinga HDP'ê pêk hatibû, hat amadekirin. Dozger di îdîanameyê de der barê 5 endamên DAİŞ'ê de 5 caran cezayê muebeta giran xwest.
Di 5'ê Hezîranê de li dijî mîtînga HDP'ê ya li qada Îstasyona Amedê pêk hat êrîşek bombeyî pêk hatibû. Di teqîna bombeyê de welatiyên bi navê Şeyhmus Kaçan (34), Necati Kurul (46), Civan Arslan (18), Alî Turkman (65) û Ramazan Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyî 400 kes jî birîndar bûbûn. Piştî komkujiyê 10 meh şûnde dozgeriya komarê ya Amedê îdîaname amade kir. Dozger di îdîanameyê de der barê endamên DAİŞ'ê Îsmail Korkmaz (35), Mustafa Kilinç (39), Orhan Gonder (20) û Burhan Gok (37) yên girtî û Îlhami Bali (33) yê fîrar de bi îdîaya "Hewldana ji holêrakirina pergala makezagonê", "Kuştina bi şenber" û "Maddeya talûke bê destûr bi xwe re gerandiye" xwest bên cezakirin. Dozger der barê 5 kesan re ji bo her kesekî 5 caran cezayê muebeta giran xwest. Dîsa ji bo her kesekî di navbera 4 hezar û 101 sal- 6 hezar û 318 salan de cezayê girtîgehê xwest. Dozger îdîaname şand 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê.