Hunermend Seyda Perînçek hate binçavkirin

Hunermend Seyda Perînçek hate binçavkirin

Hunermendê Kurd Seyda Perînçek dema ku ji Swîsreyê vedigerî li Balefirgeha Ataturk ya Stenbolê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku, Perînçek ji ber sedema ji doza KCK’ê biryara girtina wî heye hatiye binçavkirin.

Li gorî agahiyan, hunermendê Kurd Seyda Perînçek beriya demekê ji ber zextên siyasî neçarbûye biçe Swîsreyê û piştre biryar girt ku dîsan vegere welat îro li Balefirgeha Ataturk ya Stenbolê hate binçavkirin.

Hate îdîakirin ku, hunermend Perînçek ji ber ku di çarçoveya doza KCK’ê de biryara girtina wî hebû hatiye binçavkirin.