Hûn: Li girtîgehan sûcê li dijî mirovahiyê heye

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn got, tecrîda girankirî û polîtîkayên li dijî girtiyên nexweş têne meşandin sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Hûn destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê sûcê li dijî mirovahiyê heye û got, "Di peyman û qanûnên navneteweyî de ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehan gelek qanûn hene. Mixabin di dema vê desthilatdariyê de li gel girtinên neheq û bêhiqûqî her wiha li dijî girtiyên nexweş polîtîkayeke îmhayê tê meşandin. Hevalên me li gel nexweşiyên kujer jî ne bi rêk û pêk têne dermankirin, ne jî têne berdan. Partiya me wê têkildarî girtîgehan plansaziyekê amade bike. Ji bilî vê yekê di bin sîwana Meclîsê de jî wê pêşnûme qanûn, daxuyaniyên çapemeniyê û pêşnûme pirsên li ser mijarê hebin."

AMADEKARIYA QIRKIRINA SIYASÎ

Hûn anî ziman ku her roj girtîgeheke nû tê avakirin, bi vî rengî bingeh ji operasyonên qirkirinê re tê amadekirin û got, "Bi taybetî em têkildarî girtîgeha bi Tîpa S a li Îdirê, têkildarî girtîgeha bi tîpa hucre ya girtî, gilî û gazinan werdigirin. Li van hucreyên yek kesî di asta êşkenceyê de kiryar têne kirin. Em ê vê mijarê bişopînin."

DESTHILATDARÎ HEWL DIDE BITIRSÎN

Hûn işaret bi polîtîkayên tirsandin-tunekirinê yên li dijî gelê Kurd kir û got, "Ji bo daxwaza wekhevî, edalet, azadiyê ya gelê Kurd bitepisîne, dengê hêzên demokrasiyê bibire û nehêle ku li nava raya giştî bê bihîstin, hewl dide ku bi operasyonên siyasî yên rojane bitirsîne û asteng bike. Ji hilbijartinê û vir ve bi saziyên di bin sîwana partiya me de ne em li ser rê û rêbazên têkoşînê yên pêvajoya civînan lidar dixin. Bi nirxandina pêşniyar û tespîta gel wê helwesta hevpar bê diyarkirin. Li gorî wê yekê em ê perspektîfa xwe ya kar a dema bê destnîşan bikin."