Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê diyar kir ku Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun, ji ber “giliyên zêde yên gel” ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin û got; “Piştî qedandina karûbarên îdarî û huqûqî dê di demek zû de serbest bê berdan.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ev daxuyanî da; “Di 12’ê Tebaxê de, li ser rêya Dêrsim-Pulurê Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun ji aliyê hêzên me yên Eyaleta Dêrsimê ve hatiye binçavkirin.”
Me gelek giliyên zêde yên ji gelê me yên ku dibêjin ku Huseyîn Aygun pêkhênerek ê polîtîkayên şerê taybet ê dewletê yê li hemberî gel û gerîlayên Kurdistanê tê meşandine, li ber çavan girtiye; Bi boneya em balê bikişînin ser şerê taybet ên li hemberî Dêrsim û gelê me yê Dêrsimê tê meşandin, polîtîkayên asîmlasyonê û polîtîkayên parçeker û dîsa bendavên Dêrsimê tên çêkirin, û bînin bîra Huseyîn Aygun ku divê nekeve bin xizmeta van polîtîkayên qirêj, ji aliyê me ve hatiye binçavkirin. “Piştî qedandina karûbarên îdarî û huqûqî dê di demek zû de serbest bê berdan.”