Hozat: Newroz û banga dîrokî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat diyar kir ku divê pêvajo mehkûmî zîhniyeta Erdogan neyê kirin û got, "Eger pêvajo li ser bingeha manîfestoya Rêber Apo ya Newroza Amedê bimeşe, wê Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd wê çareser bibe."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku eger pêvajo mehkûmî zîhniyetê Erdogan bibe wê Tirkiye bikeve rewşa Iraq û Sûriyeyê û got, "Eger ev pêvajo li ser bingeha manîfestoya demokrasî û aştiyê ya Rêber Apo di Newroza Amedê de aşkera kir biçe serî, Tirkiye wê demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd wê çareser bibe. Lewma Tirkiye wê li Rojhilata Navîn bibe welatekî mînak û model."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de bal kişand ser xeteriyên li pêvajoya çareseriyê û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza Amedê destnîşan kir.

Nivîsa Hozat bi vî rengî ye:

"Newroza îsal yek ji Newrozên herî watedar û bi heybet ên dîrokê bû. Newroz îsal li çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiye û Kurdistanê, li her cihê Kurd lê dijîn bi beşdariya mirovên ji her beşên civakê bi coşeke mezin, di atmosfera cejneke azadiyê, şoreşekê de hat pîrozkirin. Dibe ku Newrozê di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemcar ewçend nasnameya civakî li hev civandiye û bi ewçend heybetî û rengîn hatiye pîrozkirin.

Sira pîrozkirina Newroza îsal a ewçend bi heybetî li gelemperiya Tirkiyeyê; bêguman bandora Manîfestoya Biratî û Aştiya Gelan a Rêber Apo di Newroza Amedê de aşkera kiriye bû. Bandora kûr a vê manîfestoyê di ruh, dil û mejiyê gelan de afirand, ji her beşên civakê bi mîlyonan mirov li qadan anî cem hev.

Banga aştî, biratî û demokrasiyê ya Rêber Apo li pêşberî mîlyonan li Kurdan, Tirkan û gelên herêmê û cîhanê kir, di dilê gelên Tirkiyeyê de bû Newroz. Herikîna mîlyonan mîna lehiyê ber bi qadên Newrozê ve, hesreta civakê ya li aştî, demokrasî û azadiyê nîşan dide. Di vê Newrozê de careke din hat dîtin ku tevahiya civak, çareseriya demokratîk û aştiyeke rasteqîn dixwaze.

Û ji bo vê jî daxwaza azadiya Rêber Apo dike. Herikîna mîlyonan mîna lehiyê ber bi qadên Newrozê ve û qîrîna daxwaza azadiya Rêber Apo, dengê aştî û çareseriya rasteqîn e. Gelekî aşkera ye ku êdî gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û jin dixwazin Rêber Apo li cem xwe bibînin. Ev derya mirovan a li qadên Newrozê dirûşma "Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî" qîriya, baş dizane ku aştî û biratiya rasteqîn bi azadiya Rêber Apo pêkane. Aliyê bingehîn ê vê Newrozê dîrokî dike, ev e.

Bêguman gelekî girîng e ku hikûmeta AKP'ê bi çi rengî bersiv daye banga Newrozê ya Rêber Apo, ku destpêka pêvajoyeke dîrokî îfade dike. Eger AKP mîna demên bihurî ji niha û pê ve jî bi mejiyê Serokkomar Tayyîp Erdogan nêzî pêvajoyê bibe, di vê rewşê de ya ku biqewime bê şik û guman, kaoseke mezin e û şerekî bê kontrol ê pêşî lê neyê girtine. Ev şer hem wê dawî li AKP'ê bîne hem jî Tirkiyeyê bixe nava pêvajoyeke karesatê ya vegera jê nîne.

Axaftinên Serokkomar R.T. Erdogan kareseteke bi vî rengî vedixwîne. Erdogan ê bi gotina "Pirsgirêka Kurd nîne" destpê kir û hat nuqteya "Ez tevlî heyeta şopandinê nabim", gelo dixwaze çi bike? Bi rastî jî divê were fêmkirin. Dema deklarasyona 28'ê Sibatê ya Dolmabahçeyê hat aşkerakirin Erdogan gotibû ku 'daxuyaniyeke her kes bi hesret li bendê bû'. 20 roj piştî vê daxuyaniyê, dîsa heman Erdogan vê carê dibêje, "Daxuyaniya hevpar a li Dolmabahçeyê hat dayîn şaş e, diviyabû nehatibûya dayîn."

Bêguman her kes dipirse ku rastiya bû sedem Erdogan serê her kêliyê nêrîna xwe biguherîne, çiye. Bi dîtina min sedema bingehîn a vê; zîhniyetê nîjadperest û neteweperest ê Erdogan e. Û rêbaza polîtîkaya pragmatîk a xwe jî vî mejî xwedî dike ye. Ev zîhniyetê dijminê Kurd ê neteweperest, dike nake nikare xwe li çareseriya demokratîk rabigire. Ya duyemîn; Tayyîp Erdogan baş dixwaze ku êdî maskeya wî ketiye û nikare ji Kurdan dengekî xurt bigire. Ji ber ku vê rastiyê baş dibîne, berê xwe dide dengên neteweperestan. Ya sêyemîn; Erdogan ê ji ber eşqa serokatiyê û daxwaza desthilatdariyê çavê wî sor bûye, mekanîka darbeyê ew bi xwe dimeşîne. Xeteriya herî mezin a bingehîn jî di vê nuqteyê de derdikeve holê. Tişta ku di vê nuqteyê de tê bîra mirovan; Ya bi rastî jî haya Erdogan ji vê rola xetere ya di bin bandora eşqa serokatiyê de dilîze nîne, yan jî vê rolê li ser navê derdoran bi zanebûn dilîze.

Serdana Serokkomar Tayyîp Erdogan a beriya niha bi demeke kurt li Erebîstana Siûdî pêk anî, bi dîtina min hêjayî nirxandinê ye. Li vir Erdogan bi kê re çi hevdîtin kir? Bi dîtina min; ev mijar hêjayî fêmkirinê ye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku welatên sereke yên destekê didin DAIŞ'ê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar in. Di derketina holê ya rêxistina çete ya faşîst DAIŞ'ê de Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê roleke girîng lîstin. Tirkiye ji destpêkê ve bi hevkarên xwe yên navneteweyî Siûdî û Qatarê re heman siyaset meşand û dimeşîne.

Di demeke dîrokî ya pêvajoyê de, ku hewl tê dayîn Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin, rexnekirina deklarasyona Dolmabahçeyê ya ji aliyê hikûmetê ve bi awayekî fermî hat qebûlkirin ji aliyê Erdogan ve, hewldana Erdogan a pêşîgirtina li pêvajoya muzakereyê ya gengaz, rewşeke ku divê li gorî hevdîtin-têkiliyên Erdogan ên navneteweyî were nirxandin.

Bi rastî jî Erdogan çima dixwaze vê komployê bîne serê gelên Tirkiyeyê? Divê were fêmkirin. Ji ber ku pêvajoya em tê re derbas dibin, eger gotin li cih be pêvajoyeke li ser devê kêrê ye. Pêvajoyeke ewçend hesas e, ku şaştiyeke biçûk jî nikare qebûl bike.

Eger ev pêvajo li ser bingeha manîfestoya demokrasî û aştiyê ya Rêber Apo di Newroza Amedê de aşkera kir biçe serî, Tirkiye wê demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd wê çareser bibe. Lewma Tirkiye wê li Rojhilata Navîn bibe welatekî mînak û model. Na, eger ev pêvajo li xeta polîtîk û mejiyê komploker û darbekar ê Tayyîp Erdogan mehkûm bibe, wê demê Tirkiye wê ti carî nikaribe ji bûyîna Iraq û Sûriyeya duyemîn rizgar bibe. Ji bo dîtina van encaman ne hewce ye mirov alim  kamil bin. Her mirovê pevçûn-tevlîheviya civakî û siyasî ya li Tirkiye û herêmê kêm zêde dixwîne, dikare bi hêsanî van encaman bibîne."