Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê, polîtîkaya wê ya penaeriyê û desteserkirina hin navçeyan, duh li bajarên Malmo û Gavle yên Swêdê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi xwepêşandanan hatin şermezarkirin.
Di xwepêşandana li meydana navenda bajarê Malmo de bi qasî 300 kes amade bûn û du belavokên cuda yên li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Malmo hatin amadekirin, hatin xwendin.
Di belavokan de hat xwestin, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê derhal bi dawî bibin, hewldanên di bin navê 'cemawerîkirinê' de ji bo desteserkirina navçeyan tên kirin, tavilê bên terikandin.
Hat bibîrxistin, piştî peymana navbera Hikûmeta AKP'ê û Yekîtiya Ewropayê ya ji bo vegerandina penaberan, mîna li Mereşê li wargehên Elewiyan kampên penaberan ên ji bo Sûnîkirina van herêman tên çêkirin û ev hewldan hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihaştiye radeya tehemûl lê nema dibe û hat xwestin, ev tecrîd derhal were rakirin û şert û mercên wî yên jiyanê bên sererastkirin.
Çalakgeran rêveberiya federal a li Rojava hatiye ragihandin silav kir û ji gelê Kurd û dostên wan hat xwestin, ku bi awayekî çalak tevlî kampanya 'Malbata Bira' bibin.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Kujerê Zarokan Erdogan" û "Dagirkeriya li Kurdistanê bisekinîne" hatin vekirin, alên PKK, PYD, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
LI GAVLE ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Kurdistaniyên li bajarê Gavle dijîn, ji bo êrîşên hikûmeta AKP'ê şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana xwerêveberiyê, xwepêşandanek lidar xistin.
Kurdistanî saet di 14:00 de li ber lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gavle li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên li dijî hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk, ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Xwepêşandêran li yek ji kolanên qelebalix ên bajêr li Drottnîngatanê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Di vê çalakiyê de Kurdistaniyan bi qûşxaneyan deng derxistin û heta Meydana Storatorgetê bi qîrîna dirûşmên destekkirina berxwedanên xwerêveberiyê meşiyan.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gavle Cazya Elma li meydanê peyivî û bîlançoya êrîş û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve ji meha Hezîranê û vir ve hatine kirin ragihand. Elma got, "Em her tim li cem berxwedêrên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û herêmên din ên Kurdistanê ne."
Kurdistaniyên li ser banga Komuna Jinê ya Warsîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gavle beşdarî çalakiyê bûn, ji heman rêgehê vegeriyan lokala komeleyê.