Hiqûqnasên Elman ji bo dîtina rastiyan diçin Kurdistanê
Ji bo komkujiyên li Kuredistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirina siyasî bibînin û bişopînin, komek ji parêzerên Elman îro diçe Kurdistanê.
Ji bo komkujiyên li Kuredistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirina siyasî bibînin û bişopînin, komek ji parêzerên Elman îro diçe Kurdistanê.
Ji bo komkujiyên li Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirina siyasî bibînin û bişopînin, komek ji parêzerên Elman îro diçe Kurdistanê. Serdan ji aliyê Komeleya Demorkasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) ve tê organîzekirin û wê heta 29'ê Sibatê bidome. Di vê serdanê de wê heyet bi gelê sivîl û saziyên li Kurdistanê re hevdîtinan bike û rewşê li cih bibîne.
Di nava heyetê de hiqûqnas û siyasetmedarê navdar Prof. Dr. Norman Paceh jî heye. Heyet wê îro biçe Kurdistanê. Tevî Norman Paech, Seroka Desteya Rêveber a MAF-DAD'ê Heîke Geîsweîd û parêzer Bakî Coşkûn jî heen. Heyeta hiqûqnasan wê bajarên komkujî lê dewam dike Sûr, Cizîr, Hezex û Nisêbînê, ziyaret bike.
Parêzer wê bi malbatên sivîlên hatin qetilkirin, parêzvanên mafên mirovan û rêveberiyên herêmî û îdarî re rûnên.
Di daxuyaniya MAF-DAD'ê ya li ser mijarê de hat ragihandin, ku piştî serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê 'şerekî bê eman' daye destpêkirin û hat bibîr xistin, ku hikûmet bi leşker, polîs, tîmên taybet û çeteyên Esedûllah re êrîşî qadên sivîlan dike. Hat ragihandin, di dema qedexeya derketina derve de ku bi hefteyan, bi mehan dewam dike, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Bal hat kişandins er zexta li parêzer, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û rojnamevanan tê kirin û hat destnîşankirin, ku vî şerê bi mehan e didome 1 mîlyon sivîl mexdûr kiriye.