Hiqûqnas: Di 3’emîn Pakêta Darazê de ji bo Kurdan tehliye tune!

Hiqûqnas: Di 3’emîn Pakêta Darazê de ji bo Kurdan tehliye tune!

Her çendî di çarçoveya 3’emîn Pakêta Darazê de tehliyekirin dest pê kirin, lê daxwaza serbestberdana parlementerên BDP’ê hatin redkirin. Ev yek jî li rastî nerazîbûnên hiqûqnasan hatin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar û Muzaffer Ozdemîr diyar kirin ku 3’yemîn Pakêta Darazê di nava raya giştî de hêvî şkandine û di çarçoveya vê pakêtê de tu siyasetmedarên Kurd nayên tehliyekirin.

'HÊVÎIYA ME TUNE BÛ'

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ew bawer nake ku encameke erênî ji vê pakêtê derbikeve û got; “Em dizanin ku ev pakêt pirsgirêkên darazê çareser nake. Dîsa, divê mirov rewşa parlementerên Kurd ên girtî, yanî yên ji KCK’ê tên darizandin û yên li Sîlîvrîyê di çarçoveyekê de nenirxîne. Yên li Sîlîvrîyê ji ber hewldana derbeyê, yên ji KCK’ê tên darizandin, tenê ji ber ku siyaset kirine, hatine girtin.

Aktar wiha berdewam kir; "Di yekê de hewldana derbeya bi darê zorê heye. Rast an jî şaş, lê sucdarkirineke giran heye. Parlementerên Kurd ên ji doza KCK’ê jî beşdarî tu çalakiyên çekdarî-bombeyî nebûne, an jî hewldaneke wiha ya wan wisa çênebûye."

Aktar destnîşan kir ku parlementerên BDP’yî yên ku parêzertiya wan dike jî zêde ji 3’yemîn Pakêta Darzê ne bi hêvî ne. Aktar diyar kir ku cûdakaraiya darazê ya li hemberî siyaseta Kurdan berdewam dike, ev pakêt jî nikare vê cûdakariyê ji holê rabike û wiha domand; “Gava me ji bo tehliyeya parlementeran serlêdan kir, em ne zêde bi hêvî bûn. Kemal Aktaş an jî parlementerên din, zêde hêviya wan jî tune bûn. Jixwe beriya vê pakêtê jî dikariyan werin tehliyekirin, ev yek mafê wan bû. 13 meh derbas bûn lê dadgehê helwestek nîşan neda.”

'HETA MADEYA 83’EMÎN NEGUHERE, ÇARESERÎ JÎ TUNE YE’

Parêzer M. Emîn Aktar bal kişand ser komkujiya Bahçelîevlerê û got; “Bi kuştina 7 kesan dihatin darizadnin. Lê dîsa jî ji bo vana biryareke erênî dan. Vê yekê careke din nîşan dan ku daraz li hemberî Kurdan xwedî helwesteke cudakar e. Di wê de nêrîneke îdeolojîk serdest e.”

Aktar destnîşan kir ku heta madeya 83’yemîn neyê guhertin, parlementerên girtî jî serbest nayên berdan û ragihand ku 3’yemîn Pakêta Darazê ji bo siyasetmedarên Kurd ên girtî tu tiştek naguherîne.

Parêzer Muzaffer Ozdemîr jî 3’yemîn Pakêta Darazê rexne kir û got, "Di pakêtê de tenê ji bo sucên propagandayê taloqkirin heye. Yanî li holê tu sererastkirinek ku qada azadiya ramanê û nêrînê berfireh dike tune ye. Tenê dê dosyayên ketine ser hev bêne taloqkirin. Ji bo sucên ji 31.12.2011 û pêve taloqkirin tune ye. Wateya vê; Gefa ceza dê her tim hebe."

Ozdemîr destnîşan kir ku piştî hat gotin ku dê ev pakêt derbikeve, dadgehan dest bi du qatkirina cezayan kir û wiha axivî; "Mantiqê qanûnê mîna mantiqê lastîkê ye. Ev qanûn dikare li gorî pêwîstî û demê hişk bibe û nerm bibe. Weke berê, dikare ji 6 sal û 3 mehan heta 15 salan ceza bide kesekî. Li gel vê sererastkirinê ji bo Kurdan Dadgeha Herêmê ya Taybet tê. "