Hikumeta Bexdayê gef li şîrketên petrolê xwar

Hikumeta Bexdayê gef li şîrketên petrolê xwar

Wezareta Petrolê ya Iraqê daxuyaniyek weşand û ragihand ku, bêy ku destûra hikumeta navendî bê girtin, bi Başûrê Kurdistanê re peymanên petrolê bê îmzakirin dê li dijî wan şîrketan pêkanîn bên kirin.

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê Asim Cîhad bertekekî hişk nîşanî daxuyaniya Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya, “peymanên ku bi şîrketa Exxon Mobîl ya Amerîkayê re hatî îmzekirin, dê di demek kurt de peymanên heman dê bi şîrketên navnetewî re werin îmzekirin”. Cîhad got, ew dê hemû hevpeymanên petrolê yên bêy hikumeta navendî û Wezareta Petrolê ya Iraqê zagonî hesap nekin, her wiha li dijî van hevpeymanan dê helwesta hikumeta navendî û Wezareta Petrolê ya Iraqê zelal be.

Cîhad bilêv kir ku, “Li dijî şîrketên van hevpeymanan îmze dikin dê pêkanîn bên kirin, dê ev şîrket bêne boykot kirin. Ev siyaset tê zanîn. Wezareta Petrolê ev yek beriya niha jî aşkera kiribû. Meclîsa Netewî ji bo dawî li nirxandinên cûda yên derbarê mijarên petrolê yên di destûra bingehîn de bên kirin, helwestên cidî bên nîşandan.”

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê di van demên dawî de, nêzî 40 hevpeymanan bi şîrketên biyanî re îmzekiribû. Di nava van de 6 hevpeyman bi şîrketa Exxon Mobîl ya Amerîka re hatibûn îmzekirin û ev yek jî bibû sedemê pirsgirêkan li gel hikumeta Bexdayê.