Hêzên Îranê bi îşkenceyê hemwelatiyekî Kurd bi giranî birîndar kir
Hêzên Îranê li navçeya Kotolê ya bajarê Xoyê hemwelatiyekî Kurd bi hinceta ku çend kîlo çay hildigire, îşkence kir.
Hêzên Îranê li navçeya Kotolê ya bajarê Xoyê hemwelatiyekî Kurd bi hinceta ku çend kîlo çay hildigire, îşkence kir.
Hêzên Îranê li navçeya Kotolê ya bajarê Xoyê hemwelatiyekî Kurd bi hinceta ku çend kîlo çay hildigire, îşkence kir. Di dîmenên li ser medyaya dijîtal belav bûne, xuya dibe ku hêzên Îranê bi tundî îşkenceyê li hemwelatiyekî Kurd ê bi navê Selahedîn Yûsifî dikin û wî bi giranî birîndar dikin. Tê gotin ku berî ku Selahedîn Yûsifî bigihînin nexweşxaneyê, gelek xwîn winda kiriye.
Her çend dema bûyerê nayê zanîn jî, lê belê dîmen îro li ser medyaya dijîtal hatine belavkirin.
Di dîmenê de xuya dibe ku Selahedîn Yûsifî bi kêrê bi giranî hatiye birîndarkirin. Li gorî şahidên bûyerê kesê ku îşkenceyê li Selahedîn Yûsifî dike, kesekî bi navê Tehmasbî ye.