Tecrîda li ser Ocalan a ku zêdetirê saleke berdewam dike li bajarên Franse û Almanyayê ji aliyê hezaran Kurdistaniyan ve hatin protestokirin.
Düsseldorf: Kurdên li paytexta Eyaleta Ren Westfalyaya Bakûr a Almanya Dussellodorfê Kurd û dostên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi girseyî protesto kirin. Meş ji navenda bajêr dest pê kir. Li hemberî astengiyên polîsên Alman girseyê posterên Ocalan vekirin û li rastî eleqeya kesên derdorê hatin.
Berlîn: Xwepêşandana Kurdan a ku bi boneya protestokirina yekemîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Almanya Berlînê li dar xistin, li rastî helwestek tund a polîsên Alman hat. Polîsên Alman dest danîn ser tîşortên ku wêneyên Ocalan li ser bûn û alozî di navbera ciwanên Kurd û polîsên Alman de qewimî.
Tecrîda lis er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de li Almanyayê, li gelek bajarên Ewropayê tê protestokirin. Xwepêşandana ku îro bi vê boneyê li Berlînê hat li dar xistin li rastî êrîşa polîsên Alman hat.
Kurdan saet di16.00 de xwestin di xwepêşandanê li ber DêraYikik a dîrokî posterên Ocalan vebikin. Lê li rastî mudaxelaya polîsan hat. Di xwepêşandanê de ciwana tîşortên wêneyên Ocalan li ser bûn li xwe kirin. Li derdora xwepêşandana girseyî ya Kurdan tedbîrên berfireh hat girtin.
Çepgir û şoreşgerên TIrkiyeyî jî piştgirî dan çalakiya Kurdan. Di xwepêşandanê de ji hikûmeta Alman hat xwestin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rol bileyîze.
Marsîlya: Bi boneya yekemîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Marsîlayayê bi beşdariya zêdetirê 700 kesî çalakiyek hat lidarxistin. Kurdan di meşê de têkoşîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê silav kirin û paçê Kesk, Sor û Zer ê ku 50 metre dirêj hate vekirin.
Kurdên li başûrê Franseyê bi banga Meclîsa Gel a Başûrê Franseyê li bi sedan kes ji Marsîlya, Marignane, Montpellier, St. Rapheal , Niceyê li hev civiyan. Di meê de dostên Kurdan ên gelê Berberî jî bi alên xwe ve bedşar bûn. Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin gotin û posterên Ocalan hatin vekirin.
Di xwepêşandanê de posterên Ocalan, alên PKK’ê, flamayên ji rengên Kurdan û pankarên tecrîda li ser Ocalan protesto dikin hatin vekirin. Di çalakiyê de gelek belavokên bi Frensî hatin belavkirin.
Li ber avahiya Walitiya Marsîlyayê axaftin hatin kirin û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate protestokirin.
Parîs: Li paytexta Franse Parîsê jî nêzî 450 kes li hev civiyan û ji Ocalan re azadî xwestin. Çalakger li “Place Joffre, mur de la paix” li hev civiyan û meşiyan ber Ecole Militaire. Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hildan û flamanên Kurdan hatin vekirin. Çalakgeran tecrîdê protesto kirin û xwestin tecrîd rabe û Ocalan azad bibe.