Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
Di parvekirinên bi etîketa “#TecridiKırmakİçinKartGönder” hatin kirin de, wiha hat gotin: "Divê demildest tecrîd bê rakirin."
Di parvekirinên bi etîketa “#TecridiKırmakİçinKartGönder” hatin kirin de, wiha hat gotin: "Divê demildest tecrîd bê rakirin."
Ji bo bal kişandina li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi etîketa “#TecridiKırmakİçinKartGönder”, banga "nameyan ji Îmraliyê re bişînin" hat kirin.
Di parvekirinên hatin kirin de wiha hat gotin: "Tecrîda dermirovahî ya li Îmraliyê 1000 roj li dû xwe hiştin. Ji bo şikandina nepêwendîdanîna mutleq em kartan ji Îmraliyê re dişînin."
Partiya Herêmên Demokratîk wiha bang kir: "Heya tecrîd neyê şikandin, dê demokrasî pêk neyê. Ji bo demokrasiyeke rasteqîn û ewle, tecrîdê rakin û guh bidin birêz Ocalan."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî got: "Polîtîkaya tecrîdê rê li ber xizanî, şer û pevçûnê vekir. Ji bo aramiya gel, demildest divê tecrîd bê rakirin û qanûnên navneteweyî bên pêkanîn. “#TecridiKırmakİçinKartGönder”