Heyeta Piştgiriyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê çalakiya ‘Nobeda Ji Ocalan Re Azadî’ dewir girt

Koma piştgiriyê ya heyeta navneteweyî ya Îmraliyê, wê beşdarî çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî bibe û wê bi Konseya Ewropayê re rêzecivînan li dar bixe. Heyet wê bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan re jî bicive.

Koma piştgiriyê ya heyeta Navneteweyî ya Îmraliyê ku di nav de parêzerê Serokê efsûnewî yê Bakurê Efrîqa Essa Moosa jî heye ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ne. Endamên heyetê, wê beşdarî çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî bibin û wê bi Konseya Ewropayê re rêzecivînan li dar bixe. Heyet wê bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan re jî bi cive.

Heyeta ku di bin rêveberiya parêzer Essa Moosa yê ku parêzerê Serokê efsûnewî yê Bakurê Efrîqa Nelson Mandela ye, îro rêzecivînên xwe da destpêkirin, wê heta 22’ê Nîsanê bidomîne. Heyeta Piştgiriyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê, wê bi rêveberên CPT, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa, endamên Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa û komên siyasî re civînan li dar bixe.

Li gel hevdîtinên bi komên siyasî yên Konseya Ewropa û Sekreteriya Giştî re jî wê bi Rektoriya Mafê Mirovan re jî hevdîtinan pêk bîne.

JI ENDAMÊN HEYETÊ 20 KES WÊ ÇALAKIYÊ DEWIR BIGIRIN

Heyeta ku piraniya xwe ji akademîsyen û parêzerên ji welatên cuda cuda yên cihanê ne, ji 40 kesan pêk tên. 20 endamên heyetê, wê bi KE, CPT û Parlamentoya Ewropayê re hevdîtinan pêk bînin. 20 endamên din ên heyetê jî çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî ya ji Hezîrana 2012’an ve li pêşiya avahiya KE’yê berdewam dike, wê dewir girtin.

DI BERNEMAYÊ DE SEMÎNER JÎ HENE

Heyet wê bi hevdîtinan re hemwext semîneran jî li dar bixe. Endamên heyetê wê roja Sêşemê li ser konfederalîzmê, roja Çarşemê li ser Jineolojî, roja Pênçşemê jî li ser hiqûqê semîneran bide.

Her wiha ji saet 09.00’an ve wê li pêşiya Konseya Ewropayê mîtîngek girseyî bê lidarxistin.

Wekîlên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û Fîlîz Kerestecîoglû jî di rûniştinên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de cih digirin.

DAVÛTOGLÛ WÊ BÊ PROTESTOKIRIN

Dîsa 19’ê Nîsanê wê ziyareta Strasboûrgê ya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bi protestoyan bê pêşwazîkirin.

Her wiha dema axaftina Davûtoglû ya li Parlamentoyê de jî wê heyeta navneteweyî ya daxwaza azadiya Ocalan dike jî civînek paralel li dar bixe.

Hate hînbûn ku heyet wê rewşa Ocalan û rastiyên li Tirkiyeyê têne jiyîn ji parlamenteran re vebêje.