Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, parlementerên BDP'ê Serokên Giştî yên EMEP, SDP, ODP, ESP, dê di 17'ê Tebaxê de biçin Şemzînanê lêkolîn bikin. Li Şemzînanê di 23'ê Tîrmehê de pevçûnan destpê kiribû û hêj didomin. Di operasyonên leşkerî de 7 gund jî hatibûn valakirin û welatîe hêj li gundê xwe venegeriyane. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan anî ziman ku, li Şemzînanê hişê AKP'ê qeşa girtiye.
Di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînanê pevçûn derket û pevçûnên li herêmê hêj didomin. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku, hêj gêrîlayên HPG'ê kontrolê di destê xwe de digirin û leşker nikare têkeve herêmê.
Li aliyê din ji ber operasyonên leşkeriyê 7 gund hatin valakirin. Di pêşengiya KCD û BDP'ê de heyeta ji Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, parlementerên BDP'ê Serokên Giştî yên EMEP, SDP, ÖDP, ESP'ê pêk tên biryar girtin ku di 17'ê Tebaxê de biçin Şemzînanê.
Di heyetê de Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, li ser navê HDK'ê parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu û Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, Parlenenterên BDP'ê Husamettin Zenderlîoglu, Halîl Aksoy, Nazmî Gur Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Hevserokên Giştî yên ODP Alper Taş û Bilge Seçkin Çetinkaya, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Serokên ESP'ê Figen Yuksekdag dê di nava heyetê de cih bigirin.
Heyet dê di 16'ê tebaxê de li Wanê bin û di demjimêr 10.00'ên 17'ê Tebaxê de li Geverê bi girseyî bên pêşwazîkirin. Pişt re jî dê biçin Şemzînanê.