Hevserokên DEM Partiyê bi nûnerên Elewî re hevdîtin pêk anîn
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi nûnerên Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê re hevdîtin pêk anîn.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi nûnerên Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê re hevdîtin pêk anîn.
Nûnerên Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê serdana navenda DEM Partiyê kirin û bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmeogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêk anîn. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Yuksel Mutlu û Parlementer Celal Firat jî tevlî hevdîtinê bûn.
Di nava heyeta Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê de ev nav cih girtin:
“Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyan ê Elmanyayê
‘EM PÊVAJOYA NÛ BI HEV RE AVA BIKIN’
Di serdanê de ji ewil Hatîmogûllari axivî û da zanîn ku ji dîrokê heta niha civaka Elewî her tim rastî zext û pişaftinê hat. Hatîmogûllari, wiha domand: “Tevî hemû zextan jî li dijî senteza Tirk-Îslamê têkoşiyan. Bi taybet jî desthilatdariya AKP’ê bi qanûnekê baweriya Elewiyan girêdayî Wezareta Turîzm û Çandê kir û ev yek ne hewldaneke ji rêzê ya ji bo dengan e.”
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku sekna civaka Elewî û saziyên wan ên li dijî zextan girîng e û qurbaniyên Komkujiya Mereşê bi bîr anî. Hatîmogûllari got ku weke DEM Partiyê, ew li gel pêkvejiyana gel û baweriyên li vê erdnîgariyê ne û wiha pê de çû: “Armanca bernameya me ya esasî ew e ku hemû gel û baweriyên cuda yên li ser vê erdnîgariyê dijîn li ser bingeha mafê hemwelatiya wekhev bijîn û mafên wan di Destûra Bingehîn de bên mîsogerkirin. Em ji bo vê têdikoşin. Vala derxistina hewldanên AKP’ê ku dixwaze bi kodên civakê bilîze, peywira me tevan e.”
Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiya Elewiyan a Elmanyayê (FYEA) û Serokê Wekhev ê KYEE’yê Huseyîn Mat jî ev tişt anî ziman: “Em gelek keyfxweş in ku li vir in. Ji ber ku em gelek caran li dora vê maseyê hatin gel hev. Elewiyên li Ewropayê hemû mafên xwe yên destûra bingehîn bi dest xistin. Me bi rêya du tiştan ev maf bi dest xistin. Ya yekemîn; Elewiyan xwe birêxistin kirin û dema xwe birêxistin kirin jî gihiştin vê qenaetê; Elewî li kîjan welatî bijîn dixwazin li wî welatî birêve bibin. Tirkiye jî di nav de. Em dixwazin bibin parçeyeke birêvebirinê. Ya duyemîn jî; di Destûra Bingehîn a welatên Ewropayê de azadiya ol û wijdanê heye, mafê hemwelatiya wekhev heye û dewlet mecbûr in ku bi van qanûnan bikin.”
Piştî axaftinan jî hevdîtin hate lidarxistin. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.