Hevserokên BDP’ê êrîşa li Dîlokê şermezar kirin

Hevserokên BDP’ê êrîşa li Dîlokê şermezar kirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî teqîna li Dîlokê daxuyanî dan û gotin; "Em êrîşa li Dîlokê şermezar dikin." Hevserokan xwestin ku bûyer bi her awayî bê zelalkirin.

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî teqîna şevê din li Dîlokê pêk hat de daxuyaniyeke nîvîskî weşand û êrîşê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em ji welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dan rehma xwedên dikin û ji malbatên wan re jî sebrê dixwazin. Em ji welatiyên me yên birîndar re jî şîfayê dixwazin."

Hevserokan dan zanîn ku piştî teqînê helwesta partiya wan û endamên wan weke hedefa hatin nîşandan û vê helwestê jî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bangên partiya wan ên çareseriyê weke "gef" hatin dîtin û divê bangên hatin kirin bi awayeke bi hestiyan bên nirxanidn û wiha hate gotin:

"Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên derve û hundirê Tirkiye ber bi talukeya Rojhilata Navîn ve diçe. Hikûmet rewşa welat jî bilî xwe hemû kesî berpirsiyar digire. Divê hikûmet gavên radîkal ji bo çareseriyê bavêje. Divê hikûmet polîtîkayên Suriyeyê li ber çavan derbas bike. Divê hemû hêzên li pişt êrîşê bêguman bên zelalkirin. Em careke din êrîşa li Dîlokê şermezar dikin û serê gelê me sax be."