Aşkere bû ku civîna duh bi beşdariya Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû, Serokê Encumena Niştimanî ya Sûriyeyê (ENS) Ebdulbasit Seyda û 5 endamên Desteya Bilind a Kurdan ên ji Encumena Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) bê haya her pênç endamên din ên Desteyê pêk hatiye. Tevî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, her pênç endamên Desteya Bilind ên ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) biryar dan ku heta ev mijar neyê îzahkirin, ew ê bi wan re hevdîtinên hevpar li dar nexin.
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû di serdana xwe ya Hewlêrê de bi Serokê ENS û her pênç endamên Desteya Bilind a Kurdan ên ji aliyê ENKS’ê re hevdîtine pêk anî. Aşkere bû ku ev her pênç endamên Desteyê yên ku beşdarî vê civînê bûne bê ku agahî bidin her pênç endamên din, beşdarî civînê bûne. Ji ber vê jî hevpara herî bi hêz a Desteya Bilind MGRK’yê ragihand ku heta ev sedema vê civînê neyê zelalkirin, ew ê beşdarî civînên hevpar nebin û nerazîbûn nîşan da.
Hevserokê PYD’ê û endamê Desteya Bilind a Kurdan (DBK) Salih Muslîm ji ANF’ê re axivî û got; “Bê ku em agahdar bikin, civînek wiha li dar xistin. Ev biryar bi awayeke hevpar nehatiye dayîn.” Muslîm bi bîr xist ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokwezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih jî beşdarî hevdîtinê bûye û got; “Me xebatên xwe yên hevpar rawestand, heta ev bûyer bê zelalkirin em ê civîna xwe li Qamişloyê pêk bînin.”
Muslîm xwest naveroka civîna di 2’yê tebaxê de were zelalkirin û got; “Divê her tişt aşkere û zelal be. Ger hevdîtinek pêk bê, bila bi biryara me hemûyan pêk bê. Lê bê ku bi me re bişêwirin 5 endamên din beşdar bûne. Kê ev hevdîtin eyar kir, kê pêşengtî kir, dive bêne aşkerekirin.”
Muslîm ragihand ku ew ê heta dawiyê Desteya Bilind a Kurdan biparêzin û wiha berdewam kir; “Lê divê bingehên saxlem ên vê yekê hebin. An na dê her kes ber bi aliyekê ve bibe. Divê ev yek were zelalkirin. Ger îhmal hebe, dive ev yek were aşkerekirin.”
Endamê Desteya Bilind a Kurdan Aldar Xelîl jî ji DÎHA’yê re axivî û got; “Me piştî vê hevdîtinê bi hevalên me yên Encumena Niştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENSK) re civînek li dar xist. Me di encama civînê de got ku beşdarbûna hevdîtineke wiha binpêkirina Peymana Hewlêrê ye. Wan bi xwe jî qebûl kir ku tiştek xelet kirine. Lê der barê çima beşdarî hevdîtinek wiha bûne û naveroka hevdîtinê çi bû de tu agahiyên ku em bê qane bibin nedan. Me jî weke MGRK’yê ragihand ku em ji niha û pêve beşdarî hevdîtinên hevpar ên li Herêma Kurdistanê nabin.”
Di 9-10’yê tîrmehê de, bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê MGRK û ENKS li Hewlêrê civiyan û biryara avakirina Desteya Bilind a Kurdan (DBK) dabûn. Piştî vê peymana ji 7 madeyan a ku di raya giştî de weke Peymana Hewlêrê ya tê zanîn, di 24’ê tîrmehê de Desteya Bilind a ji 10 kesan pêk tê li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. Kurdan beriya vê li Kobanê, Efrîn, Dêrka Hemko û Amûdê rêveberiyan bi dest xistin û ev herêm ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tên parastin.
Der barê hevdîtina di navbera rayedarên Herêma Kurdistan û Davûtoglû de tu daxuyaniyek nehat dayîn. Davûtoglû di 1’ê tebaxê de hatibû Hewlêrê û bi Barzanî re hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinê de gelek rayedarên payebilind ên PDK û YNK’ê jî amade bibûn. Davûtoglû di 2’yê tebaxê de çûbû Kerkukê . Hikûmeta Iraqê nerazîbûn nîşanî vê serdana Davûtoglû da û diyar kiribû ku haya wan ji serdaneke wiha tune ye. Hevserokê PYD’ê nexwest der barê serdana Davûtoglû de şîroveyek bike û lê destnîşan kir ku ne “serdanek mesûm” e.