Hevserokê PYD’ê: Bila AKP bi me re diyalog deyne

Hevserokê PYD’ê: Bila AKP bi me re diyalog deyne

Hevserokê mezintirîn partiya Rojavayê Kurdistanê Salih Muhemed Mislim nerazîbûn nîşanî gef û tehdîtên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û helwesta wî ya li dijî yekitiya Kurdan da û got; “Tiştek pir komîk e. Behskirina vê yekê jî ji bo Kurdan heqareteke mezin e.” Mislim bang li hikûmeta Tirk kir ku bi wan re diyalog deyne. Hevserokê PYD’ê Tirkiyeyê, ji bo pêkanîna mudaxeleyê hişyar kir û got; "Wê di çiravê de bist bibe û bimîne.”

Hevserokê PYD’ê û endamê Heyeta Bilind a Kurdan Salih Muhemed Milsim ji ANF’ê re axivî û bersiv da gef û tehdîdên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 25’ê tîrmehê de destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê weke “Pêkhateyeke terorîst” bi nav kir û gef li Kurdan xwar. Erdogan got; “Li bakûrê Sûriyeyê pêkhateyek heye, ji bo me pêkhateya terorê ye. Mudaxalekirina wir mafê me yê herî sereke ye.” Serokwezîrê Tirk Erdogan di daxuyaniya 26’ê tîrmehê dabû de jî careke din gef li Kurdan xwaribû û gotibû; “. Em der barê mijarê de hemû tedbîrên xwe digirin. Avakirina Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriye şaş e. Em dê di vê mijarê de bi Herêma Kurdan a Bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) re hevdîtin pêk bînin. Welatê 900 kîlometre sînorê wan heye bêdeng dimîne? "

Hevserokê PYD’ê Salih Mislim û got; “Axaftinên Erdogan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi xwe dibêje ku ew ji bo gelê Sûriyeyê daxwaza demokrasî û azadiyê dike, em jî dixwazin. Ger di vê mijarê de ji dil be, gelo çima Kurdan cûda dike?”

Mislim destnîşan kir ku li herêmê tenê yek çekdarek ê PKK’ê tune ye û got; “Lê Erdogan vana dike hincet. Ji bo xwe tevlî karên navxweyî yên Sûriyeyê bike, Kurdan tune bike an jî Kurdan ji mafên wê bê par bihêle, ji xwe re li hincet û bihaneyan digere.”

MUDAXELEYA TIRKIYEYÊ ZOR E

Hevserokê PYD’ê ji bo gefa mudaxelekirinê ya dewleta Tirk got “Ev yek zor e” û wiha domand; “Konjonktura navdewletî ji bo vê rê nade, lê eger ew zor bide vê yekê û dînîtiyekê bike, wê di çiravê de bist bibe û bimîne. Hem li herêmê û hem jî qada navneteweyî, ne dewletên Rojava qebûl dikin û ne jî Ereb qebûl dikin.”

Mislim destnîşan kir ku Tirkiye ji hewldanên li Hewlêrê jî tu encamek bi dest naxe û got; “Birêz Mesûd Barzanî me anî ba hev û wezîfeya xwe pêk anî, bû şahid. Ew bi xwe jî rêberek ê Kurdan e û her kes rêzê jêre digire. Di nêzîkbûna me de rol girt. Lê ne di nava meseleyê de ye. Ez bawer nakim ku Davûtoglû tiştek bi dest bixe. Davûtoglû çima nayê bi me re hevdîtin nake?”

Salih Mislim îşaret bi nerehetiya dewleta Tirk a ji yekitiya Kurdan kir û daxuyaniya Erdogan wiha nirxand; ““Tiştek pir komîk e. Behskirina vê yekê jî ji bo Kurdan heqareteke mezin e.”

Mislim got; “Yanî dibêje bila Kurd neyên ba hev? Tiştên ji bo xwe û kesên din rewa dibîne, çima ji bo Kurdan rewa nabîne? Çima Kurd neyên ba hev û li hev kom nebin? Divê êdî dest ji vê fobiya Kurdan berdin. Ev yek heqaret e li Kurdan tê kirin, em qebûl nakin.”

BILA HIKÛMETA TIRK BI ME RE DIYALOG DEYNE

Mislim bang li hikûmeta Tirk kir û got; “Çima bi me re diyalog nadeyne? Bila bên bi me re biaxivin. Bila ji me bi xwe bihîsin. Da ku gumanên xwe ji holê rake.”

Hevserokê PYD’ê û Endamê Heyeta Bilind a Kurdan ji bo “herêma tempon” jî got; “Em bi tu awayî himayeya Tirkiyeyê û mudaxeleya wê naxwazin.” Mislim destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê niha bi xêra rêxistinên Kurd bûye herêmek bi ewle û got; “Kesên ji Şamê, ji Helebê ji ber pevçûnan direvin, tên vir, em alîkariya wan dikin. Lê em bi tu awayî destûr nadin ku hêzek çekdar bikev herêma me.”

Hevserok got ku ger êrîşek ji aliyê komên paramilîter ên piştgirî ji Tirkiyeyê pêk tên, li hemberî Kurdan pêk bê, dê hemû Kurdan û rêxistinên Kurdan li hemberî xwe bibînin û ragihand ku ev rêbaz bi tu awayî encamp nagirin.

DI NAVBERA KURDAN DE PEVÇÛN ÇÊNABE

Muslîm der barê geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê ku çapameniya Rojava û Rirk dinirxîne û îdia dike rîska pevçûneke navxweyî heye, axivî û wiha got: “Em kurd bi hev re tevdigerin. Konseyeke me ya kurdan heye. Em hewl didin pêk bînin. Pevçûneke navxweyî ya di navbera kurdan de, piştî avakirina konseya bilind ne mumkun e. Li vir biryarên hevpar tên girtin.”

Meclisa Giştî ya Kurdistanê (MGRK) a ku PYD jî di nav de ye û Meclîsa Netewî ya Kurd ya Suriyeyê (ENKS), di 24’ê tîrmehê de li Qamişloyê îlan kiribû ku ‘ Heyeta Bilind a Kurdan’ avakirine. Heyetê heman rojê êvarê civîna xwe pêk anîbû.

Meclisa Gel û Meclisa Neteweyî yên Kurd biyar dabûn ku piştî hevdîtinên Hewlêrê yên di navbera 9-10’tê tîrmehê de pêk hatin de hêzên xwe bikin yek. Li hizura Serokê Herêma Federal a Kurdistanê 7 xalên Heyete Bilind a Kurdan û komîteyên alîkar jî di nav de bûn îmze kiribûn.

GEŞEDANÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku di 2003’an de hate avakirin li Rojavayê Kurdistanê xebatên aktîf dimeşîne û xwedî piştgiriyeke girseya mezin e. Piştî serhildana adara 2011’an şûn de ji bo ku daxwaza ‘xweseriya demokratîk’ a kurdan bikeve meriyetê di warê meşandina xebatan de pêşengtî dikir.

Di 16 mehên borî de Kurdan li ser axa xwe û bajarê ku lê dijiyan meclisên gel û komîteyên parastinê avakirin. Navê hemû bajar, gund û navçeyan ku desthilatdariya Baasê di nava 40 salî de kiribûn ereb dîsa kirin kurdî. Dibistanên zimanê dayikê hatin vekirin û rêxistinên civaka sivîl hatin berfirehkirin. Li her bajarî meclis û saziyên ciwan û jinan hene.

Di navbera 19-22’ê tîrmehê de pêngaveke dîrokî hate avêtin û bajarên Kobanî, Efrîn, Amûdê û Dêrka Hemko hatin bidestxistin. Di nava vê pêvajoyê de Yekineyên Parastina Gel (YPG) avakirina xwe îlan kir û parastina hemû herêm kurd girt ser xwe.