Hevserokê DEM Partiyê yê Hezoyê hat girtin
Hevserokê DEM Partiyê yê Hezoyê Omer Emen hat girtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Hezoyê Omer Emen hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê navçeya Hezo ya Êlihê Omer Emen di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Emen piştî îfadeya wî birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê û piştî îfadeya wî sewqî dadgehê kirin.
Emenê ku bi SEGBÎS’ê girêdan Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.