Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hate girtin

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku desthilata Tirk qeyûm danî şûna wê, bi 3 HDP’iyên din re hate girtin.

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Qersê Cengîz Anli, Mustafa Yardimcier, Şengul Erkmen û Muazzez Çagritekînci 1’ê Cotmehê hatibûn destgîrkirin.

Ji 5 kesên li Edliyeya Qersê birîn li pêşberî dadger 4 kes hatin girtin û Muazzez Çagritekînci hate berdan.

Li Qersê di çarçoveya operasyona li dijî HDP'ê de, 21 siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Alaca û Anli jî di nav de heta niha 16 kes hatin girtin.