Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe bikaribîn hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn lê bi hinceta "Kêştî xerabeye" hate astengkirin.
Di demekî ku çend roj maye salekî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan biqede parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyin Bogatekîn bi armanca hevdîtina bi muwekîlên xwe pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê hevdîtin careke din bi hinceta "kêştî xerabeye" hate astengkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.