Hevdîtina bi Ocalan re hat astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re hat astengkirin

Parêzerên Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtîna xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Bûrsayê dan. Lê hevdîtin bi hinceta “rewşa hewayê” hat astengkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyin Bogatekîn ji bo hevdîtina xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê hevdîtin bi hinceta “rewşa hewayê” hat astengkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an (357 roj) û pê ve di bin tecrîdê tê ragirtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji temîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.