Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Bi hinceta ku 'keştî xirabe' ye dîsa destûr nedan hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerên wî. Parêzerên Ocalan 352 rojin nikarin bi mûwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Huseyîn Bogatekîn û Ayşe Acinikli ji bo bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin vê şeveqê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê parêzer bersivandin û bi îdîaya ku 'keştî xirabe' ye hevdîtin dîsa asteng kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ango 352 rojin bi hinceta ku 'keştî xirabe' ye, 'ba û bahoz heye' 'keştî di tehmîrê de ye' û 'keştî ji tehmîrê vegeriya lê ewraqên wê kêmin' nikarin bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.