Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn lê bi hinceta "Keştî xirabeye" hate astengkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyin Bogatekîn bi armanca hevdîtina bi muwekîlê xwe Ocalan re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê hevdîtin careke din bi hinceta "keştî xirabeye" hate astengkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xirabe ye", Rewşa hewayê ne başe" û "Keştî ji tehmîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêmin" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.