Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlên xwe Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li dozgeriya komarê ya Bursayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Di ser tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin re salak û 4 roj derbas bûn. Lê hêj destûr nayê dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê. Parêzerên Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Mehmet Devran Devrîm ji bo miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê disa Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan ku parezer sibê biçin Îmraliyê.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo miwekîlên xwe rehevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeyê", "Rewşa hewayê nebaş e", "Keştî di tamîrê de ye" û "Evrak kemin" tê astengkirin. Salek û 4 rojin parêzer nikarin biçin Îmraliyê.