Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtîna xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Bûrsayê dan, lê bi hinceta "rewşa hewayî ne baş e" hevdîtin hate astengkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyin Bogatekîn ji bo hevdîtina xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê hevdîtina parêzeran careke din bi hinceta "rewşa hewayî ne baş e" hate astengkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an (359 roj) û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.