Serlêdana parêzeran ya ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hevdîtina pêk bînin bi hinceta "Keştî xirabe ye, xirabûna wê didome" hate red kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi mûwekîlên xwe sibê hevdîtin pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bersiv da serlêdana parêzeran û îdîa kir ku "Keştî xirabe ye, xirabûna wê didome" û serlêdana parêzeran qebûl nekir.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an (343 roj) û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xirabe ye", Rewşa hewayê ne başe" û "Keştî ji tehmîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêmin" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.