Hevdîtina Barzanî û PYD-Meclîsa Gel bi dawî bû

Hevdîtina Barzanî û PYD-Meclîsa Gel bi dawî bû

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şandeya Rojavayê ya ji Hevserokê PYD’ê Salih Mislim û Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed û Evdilselam Ehmed pêk tê ya seat di 10:00'an de dest pê kiribû saet di 14’00'an de bi dawî bû.

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ji Hevserokê PYD’ê Salih Mislim û Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê pêk tê demjimêr derdora 10.00, li navçeya Selehedîn a Hewlêrê des pê kiri û heta seat 14.00'an de dewam kir û bi dawî bû. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û piştî hevdîtinê daxuyanî nehat dayîn.

Hate zanîn wê sibe bi çavdêriya Dîwana Serokatiya Herema Kurdistan Fuad Husên, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, PYD û ENSK’ê, , civînek der barê rewşa Rojavayê Kurdistanêû yekitiya Kurdan civinek hevpar bê lidarxistin.

Pêştî ev rêze civînan wê şanda PYD û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û ENSK bi Serokê Herema Kurdistanê re dîsan hevdîtinek pêk bîne.