Hevdîtin bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Hevdîtin bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlên xwe Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li dozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xirabe ye destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Di ser tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin re salak û 4 roj derbaz bûn. Lê hêj destûr nayê dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê. Parêzerên Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Mehmet Devran Devrîm ji bo muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê disa Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan ku parezer sibê biçin Îmraliyê.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ji bo muwekîlên xwe rehevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeyê", "Rewşa hewayê nebaşe", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Evrak kêmin" tê astengkirin. Salek û 6 rojin parêzer nikarin biçin Îmraliyê.