Li gorî jimarên texmînî leşkerên ku li Kurdistanê tevlî şerê qirêj bûyîn herî kêm 6 hezar leşkerên Tirk hevsengiya aqlê xwe windakirine. Lê belê “Federasyona Malbatên Şehîdan” balkişand ser ku ev hêjmar gelek zêdetire û ragihand ku, ji ber ku rewşa leşkerên tenduristiya ruhê wan xirapbûyî bi rapora heyetê nehatiye îspatkirin di rewşa mexdûr de ne.
Beriya vê hefteyekê çapemeniya Tirk drama leşkerê Îdîrê Riza Gul yêli Dêrsimê leşkertî dikir anîbû rojevê. Gulê wê demê di temen 20 saliyê de dema ku li Qereqola Kocatepe ya girêdayî Pulemur ya Dêrsimê sala 2007’an leşkertî dikir, gêrîlayên HPG’ê êrîş kiribû ser qereqolê û li gorî hêjmarên fermî 8 leşker hatibûn kuştin.
Gulê ku ji ber şerê li Qereqolê heya sibehê dom kir bandor bûyî, bêy ku birîndar bibe xilas bibû lê belê tenduristiya ruhiyê wî têk çûbû. Piştî 4 mehan li Nexweşxaneya Nexweşên Sînîr û Ruh ya Elazixê hate dermankirin, teşhîsa “şîzofrenî û xirapbûna tenduristiya aqil” danîn li ser Riza Gul yê bavê 2 zarokan. Her wiha mûçeyê “kêmendamtî û muhtacê temaşekirinê” jêre hatibû girêdan.
DEWLET LÊ XWEDÎ DERNAKEVE’
Lê belê tê texmîn kirin ku, wekû Riza Gul bi hezaran leşkerên li Kurdistanê tevlî şerê qirêjbûyîn û “stendroma Vîetnamê” jiyan dikin hene. Ji ber sedema hêjmara zêde ya vê yekê leşker û leşkerên birutbe di demê leşkertiyê de hevsengiya aqilê xwe winda dikin, ji bo bêxin statûya “gazîtiyê” de xebatên zagonî têne kirin.
Kesên ku bi rewşa wan bi rapora heyetê nehatî îspatkirin jî di rewşa mexdûr de ne. div ê mijarê de jimarên zelal tune ne û Serokê “Federasyona Malbatên Şehîdan” Hamît Kose di de diyarkirin ku, hêjmara wan ji 6 hezarî zêdetire û got, “Tu leşker û serleşker piştî wan bûyeran bihêsanî nayên serxwe ve. Ciwanên biçûk mexdûriyetên mezin jiyan dikin. Em bi dehol û zirneyan dişînin leşkertiyê. Bi çi awayî dizivirin? Yeteneka xwe ya xebatkirinê winda dikin.”