Hemû daxwazên parêzerên têne darezandin hatin redkirin

Hemû daxwazên parêzerên têne darezandin hatin redkirin

Di doza parêzerên Kurd yên ji ber parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin têne darezandin de hemû daxwazên wan hatin redkirin.

Di doza parêzerên Kurd yên ji ber ku parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin têne darezandin de, weke di Doza Sereke ya KCK’a Stenbolê de bûyî hemû daxwazên wan hatin redkirin.

Dadgehê daxwazên parastina bizimanê zikmakî, reda îdîanameyê û dij-zagoniyê hatin redkirin. Dê doz bi wergirtina parastinan bidome.

Di doza Sereke ya KCK’a Stenbolê ku li Silîvriyê di 2-13’ê Tîrmehê de hate dîtin de jî dadgehê, ji bilî xwendina îdîanameyê hemû daxwaz redkiribûn.