Hejmara destgîrkiriyên li Stengolê gihişte 84’an

Hejmara kesên di pîrozgahiya 1’ê Gulanê ya li Stenbolê de gihişte 84’an.

Her çendî rê nehate dayîn ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Taksîmê bê pîrozkirin, lê gelek kes û koman xwestin biçin Qada Taksîmê.

Polîsan mudaxeleyî komên ku xwestin biçin Taksîmê kirin û gelek kes destgîrkirin. Li gorî agahiyên ji rêveberekî yê Midûreta Emniyetê ya Stenbolê hate girtin, hejmara kesên hatine destgîrkirin gihiştiye 84’an.

Ji kesên 84 kesên hatine destgîrkirin, 69 li Bekîktaş, 16 li Beyoglû, 6 li Maltepe û 2 jî li Şîşliyê hatibûn destgîrkirin.