Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket

Hejmara 4'an a "Bultena Tecrîdê" ya OHD'ê ku der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye, derket.

Hejmara 4'an a "Bultena Tecrîdê" ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş 15 rojan carekê dertê, derket. Di bultenê de hat destnîşankirin ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayê girtin.

Di bultenê de hat bibîrxistin ku ji ber erdheja 4'ê Kanûnê ku li Gemlîkê çêbû, Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirine. Her wiha di bultenê de îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê yên di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin û Nobeta Edaletê ya ji bo piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê li Amed, Mêrsîn, Wan, Edene û Stenbolê hatin destpêkirin hat kirin.

Di bultenê de hat diyarkirin ku ji ber nêzî 3 sal in tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din nayê girtin, gelek derdor serî li komeleya wan didin û hat bibîrxistin ku ÎHD'ê jî ji bo vê serî li Wezareta Dadê daye, lê heya niha der barê serlêdanê de tu bersiv nehatine dayîn.