Artêşa Tirk, ji DYA’yê balefirên li hemberî gerîlayan agahiyên rast û bi lez kom dikin, li gel vê jî dikarin pêlên radyoyê kontrol bikin û bi guhdarkirina bêtêlan cih tesbît bikin kirê girt. Komîteya Pêkanîna Pîşesaziya Parastinê biryar da ku balefirên bê mirov ên ANKA yên ji aliyê Tirkan ve hatine çêkirin, çekdar bike. Heman komîteyê biryara taloqkirin kirîna fuzeyên lûlledirêj da. Hedefa sereke ya çekdarbûna Tirkiyeyê jî Kurd in.
Tirkiyeyê li hemberî balefirên bê mirov ên Predator ku DYA naxwaze bide Tirkiyeyê, formulek nû dît. Ji DYA’yê 5 balefirên keşfê yên bi mirov kirê kir. Tirkiyeyê ji bo kirîna 3 Super Cobrayê yên ku ev demek bûn hatibûn rawestandin, dest bi hewldanan kir.
WASHINGTON BERPIRSYARTÎ HILNAGIRE
Koçika Spî jî ji bo balefirên keşfê bide Tirkiyeyê formulek ku Kongreyê jî derbas dike dît. Ji bo wergirtina van balefiran, pêwîstî bi erêkirina rêveberiya DYA’yê jî tune ye, dê bi rêya şîrketên taybet bikire. Tirkiyeyê balefirên şîrketên Amerîkayê kirê kir. Karûbarê vê yekê bê ku tu hewldaneke dîplomatîk di navbera Washington û Enqereyê de bê kirin, hat çareserkirin.
Ji ber peymana rayedarên DYA û Enqereyê, tîpê van balefirên ku kirê dane Tirkiyeyê nayên aşkerekirin. Lê tê diyarkirin ku di nava vana de 5 heb balefirên King Air 350 jî hene. Wezareta Parastinê beriya niha ragihandibû ku balefirek ji 5 balefirên keşfê yên bi mirov gihiştiye Tirkiyeyê.
Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê Interfaxê, di nûçeya der barê mijarê de ragihand ku ew balefir dikarin pêlên radyoyan jî bişopînin. Dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê guhdarî dengên bêtêlên gerîlayan bike û cihê wan tesbît bikin.
HEWLDANÊN JI BO KOBRAYÊN SUPER DIDOMIN
Tirkiyeyê ji bo 3 Super Cobra yên ku firotina wan di 28’ê cotmeha 2011 de ji aliyê rêveberiya DYA’yê ve hat qebûlkirin û di gulanê de hat ragihandin, jî name şand. Tê payîn ku bihayê van helîkopteran 111 milyon dolar be. Rêveberiya Washington, weke di firotina çekên din ên bo Tirkiyeyê de, ji bo van helîkopterên super jî ne dilxweş e. Lê tê diyarkirin ku ev helwesta Washingtonê ji bo zêdekirina bihayê wê û kêmkirina nerazîbûnên navxweyî ye.
Komîteya Pêkanîna Pîşesaziya Parastinê biryar da ku balefirên bê mirov ên ANKA yên ji aliyê Tirkan ve hatine çêkirin, çekdar bike. Heman komîteyê biryara taloqkirin kirîna fuzeyên lûlledirêj da. Hedefa sereke ya çekdarbûna Tirkiyeyê jî Kurd in.
Di civîna Komîteya Pêkanîna Pîşesaziya Parastinê ya ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan serokatiya wê kir de Serfermandarê Artêşa Tirk û Wezîrê Parastinê beşdar bûn.