HDP: Êrîşên li dijî Efrînê, sûcê li dijî mirovahiyê ye
HDP'ê da xuyakirin, ku polîtîkayên Erdogan û AKP'ê di dîroka mirovahiyê de wê bi şermezariyê werin bîranîn û bang kir dewleta Tirk kir, ku dest komkujiyan berde.
HDP'ê da xuyakirin, ku polîtîkayên Erdogan û AKP'ê di dîroka mirovahiyê de wê bi şermezariyê werin bîranîn û bang kir dewleta Tirk kir, ku dest komkujiyan berde.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Kantona Efrînê şermezar kir, ku di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 jê sivîl in.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku desthilatdariya AKP/Erdogan ku dane pey armancên hegemonîk û dagirkeriyê, careke din sûc li dijî mirovahiyê kiriye û hat gotin, "Ev komkujiya li dijî hêzên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin û li dijî sivîlên li herêma Şehbayê hatiye kirin, bi ti awayî nabe weke têkoşîna li dijî DAIŞ'ê were nîşandan. Êrîşa li dijî hêzên ku ev demeke dirêj e ji bo têkbirina DAIŞ'ê têdikoşin tê wateya; parastin û pêşîvekirina li DAIŞ'ê.
Ev tifaqa qirêj a li dijî gelên li Rojhilata Navîn bi çeteyan re hatiye kirin, êdî ji aliyê desthilatdariyê ve nayê veşartin û yekser tê bilêvkirin. Serokwezîr Erdogan bi rengekî vekirî li xwe mikur hat ku ji bo vekişîna hêzên El Nûsra ji Helebê ew bi Pûtîn re axiviye û bi vî awayî nîşan daye ku AKP/Qesr bi hêzên li dijî mirovahiyê sûcên giran dikin re hevkariyê dike. AKP/Qesr ku têkiliyên xwe yên bi çeteyên barbar ên dijminê mirovahiyê re venaşêre, bi van êrîşên xwe re zemînê li komkujiyên li dijî gelên Rojava amade dike.
Yên ku berê digotin 'eger pêwîstî pê hebe em ê 3-4 fuzeyan ji nava Sûriyeyê bavêjin Tirkiyeyê' îro li Rojhilata Navîn komkujiyan dikin, provokasyonên bi vî awayî dafirînin û hewl didin gelan li hember hev rakin. Em careke din dibêjin, em ê bi ti awayî li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin.
Rêveberiyên demokratrîk ên ku li Rojava bi hiqûqa wekheviyê ya gelan hatine avakirin, ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bingeha herî girîng in. Di heman demê de navenda herî girîng a têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye. Biryardariya gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Suryanî ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, li dijî hêzên ku dixwazin di vê sedsalê de Rojhilata Navîn mehkûmî tarîtiyê bikin, têkoşîna siberoja ronî ya mirovahiyê ye."
HDP'ê da xuyakirin, ku polîtîkayên Erdogan û AKP'ê di dîroka mirovahiyê de wê bi şermezariyê werin bîranîn û bang kir dewleta Tirk kir, ku dest komkujiyan berde.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bila rehma xwedê li mirovên jiyana xwe ji dest dane be, ji malbatên wan û gelên Rojava re jî em sersaxiyê dixwazin.
Em gelên Rojava silav dikin, ku ji bo siberoja ronî ya mirovahiyê li dijî barbariya DAIŞ'ê têdikoşin."