HDP’ê serlêdana namzetiyê ya Demîrtaş kir
HDP’ê ji bo namzetiya Selahattîn Demîrtaş serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê da.
HDP’ê ji bo namzetiya Selahattîn Demîrtaş serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê da.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlementerên HDP’ê, ji bo namzetiya serokkomariyê ya Selahattîn Demîrtaş serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê dan.
Bûldan piştî serlêdanê got ku, “Me ji bo serlêdana serokkomariyê ya Demîrtaş serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê da. Ev serlêdana hemû kesan e yên ku wekheviya demokrasiyê û azadiyê dixwazin. Piştî ku namzetiya Demîrtaş teqez bû, divê Demîrtaş serbest were berdan. Namzetên din çawa di şertên wekhev de têdikoşin, divê Demîrtaş jî wekî wan xwediyê heman şertan be. Di heman demê de tê xwestin ku HDP di binê bendê de bimîne lê em bawer in ku em ê bendê hilweşînin. Em baweriyê bi gelan tînin.”