HDP’ê êrîşên li ser Rojava şermezar kirin
HDP’ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û du kesên pê re, şermezar kir û banga hestyariyê li civaka navneteweyî kir.
HDP’ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û du kesên pê re, şermezar kir û banga hestyariyê li civaka navneteweyî kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, êrîşa bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk ku Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma bûn şehîd, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîşa bombeyî ya dawîn a armanckirina vîna gelê Rojava ku li Hevseroka Kantona Rojava Yûsra Derwêş, Leyman, Derwêş û Firat Tûma hat kirin, em şermezar dikin. Ji bo rawestandina van êrîşan ku li ber çavên cîhanê tên kirin, em banga hestyariyê li civaka navneteweyî dikin.”