Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), têkildarî geşedanên dawî û daxuyaniya Parlementerê CHP'e yê Dêrsimê Huseyin Aygun ku ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hate ragirtin, daxuyanî da û diyar kir ku, daxuyaniyên Aygun xuya dike ku pirsgirêka Kurd çiqas lezgîniya pêwistiya çareseriyê derdixe holê.
Lijneya Rêveber ya HDK'ê derbarê ragirtina Parlementerê CHP'ê yê Dêrsimê û geşedanên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. HDK'ê diyar kir ku, li Tirkiyeyê her roj êşên nû zêde dibin û berdana Huseyin Aygun ji bo wan keyfxweşiyeke. HDK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, daxuyanya Parlementer Aygun rastiya Tirkiyeyê li ber çavê wan radixe û wiha got:
"Xuya dike ku pirsgirêka Kurd dê bi rêya aştî û muzakereyan bê çareserkirin. Ji bilî wê bi tundî û çekan nayê çareserkirin. Nerîna hemû rewşenbîr, nivîskar, demokrat û akademîsyenan daxwaza pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û diyalogê çareser bibe ye. Divê êdî li ser vê daxuyaniya Aygun meclîs gavên çareseriyê û aştiyê bavêje. Divê agirbesta dualî bê îlankirin." HDK'ê anî ziman ku operasyonên leşkeri zêde dibin û çiya, zinar û lat tên bombekirin û ev yek fikara kuştinan zêde dike û wiha got:
"Di şerê 30 salan de xuya dibe ku pirsgirêk bi şer û operasyonan çareser nabe. Em dixwazin berteka ji bo Aygun hate nîşandan ji bo 6 parlemenerên Kurd yên girtî jî bên nîşandan. Divê pirsgirêka li Îmralî ku di dilê gel de birîn vekiriye bê dîtin. Divê Meclîs bi BDP'ê re dîsa têkeve diyalogê û bi diyalog û muzakereyan pirsgirêk çareser bibe. Roj roja axaftin û çareseriyê ye. Ne roja bêdengî û kuştinê ye."