Berdevka Meclîsa Kongreya Demokratîk ya Gelan a Mêrsînê Meral Tatar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; "Ocalan di bin şert û mercên der-mirovî de tê girtin.
Meclîsa Kongreya Demokratîk ya Gelan a Mêrsînê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cemiyeta rojnamevanên Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Kongreya Gelan ya Mêrsînê Meral Tatar daxuyanî da û got; "Hikûmeta AKP'ê ji sala 2006'an heta niha bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re wekî nûnerê gelê Kurd hevdîtin kir. Aşkera ye ku di navbera Ocalan Qendîl û dewletê de gelek caran protokol pêk hatin. Lê Ocalan ku gelê Kurd wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kiriye di bin şert û mercên der-mirovîn de tê girtin.
Di bin navê operasyonên KCK'ê de bi dehan parêzerên wî hatin girtin. Di mijara pirsgirêka Kurd de rê û rêbazên tundiyê ketin meriyetê. Tevî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilbijêrên kurd, nûnerên wan, sendîkavan, rewşenbîr û gelek dorhêlên din rastî pêkanînên binçavkirin û girtinan hatin. Di vê rêbaza ku tenê rondikên çavan û êşê bixwe re tîne de hat israrkirin. Vê yekê jî pirsgirêka kurd aloztir kir."
Tatar pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê binav kir û wiha axivî: "Divê navê pirsgirêka Kurd bê lêkirin. Divê ev rastî bê qebûlkirin û tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin. Divê di serî de mafên ziman û nasnameyê û piştre jî hemû daxwazên kurdan di bin banê makezagonê de bi ewlekirin."
ŞIRNEX
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxên Yeşîlyurt û Gazîpaşa ya Şirnexê bi meşên meşaleyî hat şermezarkirin. Di meşên ku bi sedan kes tevlî bûyîn de dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo" û "Azadiya te azadiya me ye" hatin berzkirin. Di meşê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mûdaxaleyî girseyê kir. Girseyê xwe jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî parastin. Pevçûn hete derengî şevê berdewam kir.