HDK: Erdogan li hember mafên Kurdan bidest xistine hêrs dibe

HDK: Erdogan li hember mafên Kurdan bidest xistine hêrs dibe

HDK'ê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê pêktên nirxand û diyar kir ku, kesên li Kurdistana Sûriyeyê dijîn dijmîn nînin û divê weke dijmîn neyên dîtin.

Lijneya Rêveber ya Meclîsa Giştî ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, piştî li Sûriyeyê bajarên Kurd lê dijîn înîsiyatîfa gel rêveberên herêmî destserkirin Serokwezîr Erdogan daxuyaniyên bi gef dan, di çapemeniyê de nûçeyên provokatîf hatin weşandin û derdorên nîjadperest tehrîk kirin.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan yên "Em dê mudaxeleyê li wir bikin û wir belav bikin" û wiha hate gotin: "Dema mijar bibe sunniyên li Sûriyeyê, Iraqê û Gazzeyê yên erep gelek bihestiyariyê nîşan dide lê dema ku mijar bibin Kurd heman bihestiyarî nayê nîşandan. Li hemberî mafên kurdan ên ku kurd bi dest dixin hêrs dibe. Hikûmeta AKP'ê û rayedarên dewletê dema ku têkildarî kurdên Sûriyeyê de diaxivin bi milyonan kurdên li welatê wan dijîn ji birî dikin. Ev nêzîkahî ji bo kesên xizmên wan li Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn gelek dijbere. Ev helwesta darbeyekî li wijdana kurdên li Tirkiyeyê dijîne û birîneke nû ye."

'PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ GELÊ SÛRIYEYÊ DÊ DIYAR BIKE'

Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku, divê kurdên li Sûriyeyê weke dijmin nînin û weke dijmin neyên dîtin û wiha hate destnîşankirin: "Tenê Kurd jî na hemû gelên din ên li Sûriyeyê dijîn mafên wan ên ku bi vîna xwe xwe rêvebibin heye. Sûriyeyekî demokratîk tenê bi vî şiklî dê pêk bê. Pêşeroja Sûriyeyê ji aliyê welatekî din ve na dê gelên li wir dijîn dê bê diyarkirin"