Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxwaza ‘Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk ya li gorî aştiyane û mafên wekhev’ xebateke du mehan dide dest pêkirin. Armanca xebatê eve ku jijbo çareseriya demokratîk a li gorî mafên wekhev pêngav bê avêtin û ji bo pêkhatina aştiyê hemû aliyê pelçiqandî bibin alîgir. Girseya ku dê bang lê bê kirin jî, gelê tirk be.
HDK’ê vê xebata xwe dê heta dawiya meha îlonê bidomîne. Ev xebat li ser teza;Li aliyekê ku ji nûve îdiaya çareseriya pirsgirêka kurd tê rojevê, li aliyê din nûçeyên pevçûn û mirinan şîdetê zêde dike. HDK bêyê ku demê wenda bike divê tevli pêvajoyê bibe” derkedikeve rê.
Armanca xebatê; jijbo çareseriya demokratîk a li gorî mafên wekhev pêngav bê avêtin û ji bo pêkhatina aştiyê hemû aliyê pelçiqandî bibin alîgir û bibin muxatab.
HDK bi xebata siyasî ya ku mijara gotinê ye, dê li hemberî taktîka ‘ Bi terorê re têkoşîn- bi siyasetê re muzakere- bi berlêvekirinê bêdeng kirin’ ku bi hewldana CHP’ê kete rojevê, ‘Li gorî aştî û mafên wekhev ji bo çareseriya demokratîk muzakereyê’ bîne rojevê. Her wiha dê daxwazên gelê kurd yên wekî ‘Bi zimanê dayikê perwerde, xweseriya herêmî û statuya siyasî’, demokratîkbûna Tirkiyeyê, şert û mercên esas yên ku aştiyê dê ji gelan re vebêjin.
BILA AŞTÎ PÊK BÊ
Dewlet li hemberî mirinên leşkeran ‘Welat sax be derdixe pêş’. Li şûna vê ji bo ku şert û mercên ‘Bila aştî pêk bê, bila mirov sax bîminin’ derkeve pêş dê xebat bên meşandin. Di seranserê xebatê de dirûşmeya ku dê bê berzkirin ‘Ne pevçûn muzakere, ne mirin çareserî’ be.
Daxwazên ku HDK dê bîne rojevê evin;
Bila operasyonên leşkerî bê rawestandin, çek bê deng bin
Bila dawî li operasyonên siyasî û girtinan bê
Ji bo hemû girtiyên siyasî azadî
Ji bo çareseriyan muzakere bê dest pêkirin
Bila nasnameya kurd bê qebûlkirin, bikeve bin ewlehiya makeqanûnî
Ne dersa hilbijarte, bila perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn
DI HEDEFA XEBATÊ DE GELÊ TIRK HEYE
HDK bi vê xebata xwe bi taybetî li ser gelê tirk radiweste. Armanc dike ku ji her zimanî ji her baweriyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibin alîgir. HDK ku dizane ev zêde ne hêsane xwedî fikra ‘Ancx em dikarin siyaseta xwe li vir ava bikine’
CIVÎNÊN GIRSEYÎ DÊ PÊK WERE
HDK di çarçoveya xebatên xwe de dê xebatên navend, navçe, afiş, belavok bide meşandin. Di bin ser navên ‘Karker çasereriyê nîqaş dikin’, ‘Jin aştiyê nîqaş dikin’, ‘ sendîka, odeyên pîşeyî çareseriya demokratîk nîqaş dikin’, ‘ciwan çareseriyê nîqaş dikin’ civînan pêk bînin.
DÊ KOMA DIYALOGÊ BÊ AVAKIRIN
HDK ji bo çareseriyê dê Koma Diyalogê ava bike. Koma diyalogê dê bi CHP,AKP,BDP, serokê TBMM û serokomar û nûnerên saziyan re hevdîtinan bike. Koma diyalogê dê sempozyumeke bi mijara ‘Di pirsgirêka kurd de ji bo çareseriya demokratîk cerebandinên navnetewî’ pêk bîne.
Li Enqereyê di bin navê ‘Çareseriya aştiyane û demokratîk de’ dê konferanseke pêk bîne. Ji 81 bajarî dê 3 kes tevli bibin. Heyet jî dê ji kurd, tirk, ereb, laz, Çerkez, elewî, sunnî, xiristiyan, yahudî û yênd in pêk were.
Her wiha HDK dê di çarçoveya hefteya 1’ê îlonê roja aştiyê de li navend û navçeyan mîtîngan pêk bîne.