Endamê Lijneya Rêvebiriya HDK'ê ya Edeneyê Guven Boga da zanîn ku, dema hikumeta AKP'ê derbarê kurdên Rojavayê de diaxive, bi milyonan kurdên ku li Tirkiyeyê dijî ji bîr dike û wiha got: " Divê AKP’e dest ji vê polîtîkaya bi xeter berde. Li şûna ku bi Clinton re hevdîtin pêk tîne, divê rasterast bi mûxatabên pirsgirêkê re biaxive. Çareserî ne li der ve li hundire."
Saziyên civakî yên sivîl li Edeneyê derbarê hatina Wezîra Navxweyî ya DYA'yê Hillary Clinton ya Tirkiyeyê li Parqa Înonuyê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêvebir û endamên HDK, Odeya Bijîşkan yên Edene-Osmaniye, ASDA, Komeleyên Çanda Elewiyan, BDP, DÎSK, KESK, DÎP, EMEP, Halkevleri, ÎHD, ODP, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, TKP, TMMOB, EDP, ESP, Sosyalîst Yenîden Kûrtûlûş, KURDÎ-DER, Komeleya Dêrsîmiyan û ve Komeleya Anadolûyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de girse panqarta "Em hewldanên şer naxwazin. Hillary Clinton bicehime. Dê emperyalîst û hevkarên wan têk biçe, dê gel bi ser keve" vekirin û dirûşmên "Kujer DYA ji rojhilatan navîn bicehime" û "Kujer DYA, hevkar AKP" berz kirin. Li ser komê Endamê Lijneya Rêvebiriya HDK'ê ya Edeneyê Guven Boga daxuyanî xwend. Boga anî ziman ku, di demên dawî de li Tirkiye û rojhilata navîn geşedanên girîng diqewimin û destnîşan kir ku, hikumeta AKP'ê li herêmê nûnertiya polîtîkayên emperyalîstan dike.
'DIVÊ AKP'Ê DEST JI POLÎTÎKAYÊN BI XETER BERDE'
Boga diyar kir ku, dema rayedarên dewlet û hikumeta AKP'ê derbarê kurdên li Rojava diaxivin, bi mÝlyonan kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn ji hişê xwe derdixin û bilêv kir ku, daxwaza kurdên Rojava ya xwedî li mafên xwe derkevin û xwe bi xwe bi rê ve bibin ji bo Tirkiyeyê nabe sedema mudaxaleyê. Boga wiha got: "Pêvajoyek êrîşê ya li hemberî karker, gelê Kurd, welatiyên elewî, jin û hêzên demokrasiyê hatiye destpêkirin. Tirkiye gav bi gav ber bi kaosê ve diçe. Em hikumetê hişyar dikin û bang lê dikin ku bi berpirsyarî tev bigere. Divê AKP'ê dest ji polîtîkayên bi xeter berde.
Li şûna ku bi Clinton re hevdîtin pêk tîne, divê rasterast bi mûxatabên pirsgirêkê biaxive. Çareserî ne di berjewendiyên emperyalîstan bibe amûr de ye, di bi hev re jiyankirina gelan ya bi azad û wek hev de ye. Çareserî ne li der ve li hundire.