Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) der barê Cigirê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê Sedat Selîm Ay ku navê wî di dosyeyê tecawîz û îşkenceyê de derbas dibû û ji nûve tayînê ser peywira kirine de daxuyaniyek nivîskî dan û xwest ji peywirê bê girtin.
HDK’ê da zanîn ku hikûmeta AKP’ê îşkencekaran xelat dike û wiha got: “ Rayedarên hikûmetê ku dibêji ji îşkenceyê re sifir tolerans, kesê ku bi paşeroja xw eya îşkence tê nasîn jî ji nûve peywirdar dike. mînaka Sedat Selîm Ay ku tayînê Cigiriya Midîriyeta Polîsan a Stenbolê kirine yek ji van e. SSA bi dehan carî bi sûcdariya işkenceyê hatiye darizandin, hem cezayê girtîgehê û hem jî peywirê hatibû durxistin. Heta dosyaya wî li Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê jî bûye sedema cezaye. Li Tirkiyeyê ji ber derbasbûna demê SSA ji aliyê hikûmetê ve hate xelat kirin. li şûna ku ji pîşeyê bê menkirin hate parastin û her wiha peywira wî jî hate bilind kirin.
HDK’ê ev helwesta hikûmetê rexne kir û wiha got: “Rayedarên hikûmetê 3 meymunan dilîze. Wezîrê dadê ku fikr û zimanê wî her diçe xera dibe dibêje min dosya lêkolîn nekriye. Baweriya gel a ji bo edeletê careke din hate hilweşadin. Lê em kesên xwedî wijdan dê bê deng nemînin. Îşkence û tecawîz sûcê mirovahiyê ye.daxwaza me ev e ku SSA demildest ji peywirê bê gitin.”