Hevparên Meclîsa Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ya Stenbolê xwestin ku Sedat Selîm Ay yê wekî cîgirê Midûrê TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ji peywirê bê girtin.
Hevparên Meclîsa Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ya Stenbolê xwestin ku Sedat Selîm Ay yê ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) ve hate cezakirin û demekê ji peywirê hate girtin û niha dîsa wekî cîgirê Midûrê TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ji peywirê bê girtin. Hevparê Meclîsa HDK'ê li ber Navenda Cevahîrê ya Stenbolê kom bûn û xwestin heta Rêxistina AKP'ê ya Şîşli bimeşin.
Komê pankarta "Tecawizkar û qatil Selim Ay bila ji peywirê bê wergirtin" vekirin û wêneyên Hasan Ocak û Suleyman Yeter rakirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Polîsê qatil dê hesap bide" û "Kes nikare gelê Kurd îmha bike" berz kirin. Li ber avahiya AKP'ê polîsan tedbîrên gelek mezin girtin. Li ber avahiya AKP'ê li ser navê koma HDK'ê endamê meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Erdal Demirhan daxuyanî da. Demîrhan anî ziman ku, Ay di salên 1993 û 1999'an de berê peywirdar bû û ji ber ku bûye qatilên mirovan û li dehan mirovan îşkence kiriye divê dîsa neyê peywirkarkirin.
Demirhan anî ziman ku, bi rojane ji herêmê agahî nayê girtin û şer li herêmê bidome û wiha got: "Li gel şer dîsa ew di aştiyê de israr dikin û hikûmeta AKP'ê her tim di şer û pevçûnê de israr dike û xwest bi lezgîn Sedat Selim Ay ji peywirê bê girtin.