HDK: Bila hemû girtî bêne berdan

HDK: Bila hemû girtî bêne berdan

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), dan diyarkirin ku, “di hedefa operasyonên di bin navê KCK’ê de BDP heye. Di doza KCK’ê de edalet dernakeve. Banga bila hemû girtî serbest bêne berdan kir.”

Lijneya Rêveber ya Meclîsa Giştî ya HDK’ê di derbarê ‘Doza KCK’ê” yak u 140 girtî û bigiştî 205 kes têne darezandin de daxuyaniyek nivîskî da. HDK’e di daxuyaniya xwe de ragihand ku, di hedefa operasyonên di bin navê “KCK’ê” de BDP heye û diyarkir ku, “Di doza KCK’ê de edalet dernakeve. Banga bila hemû girtî serbest bêne berdan.” “ Di roja yekem ya dozê de hêzên polîsan li Stenbolê rêveberiya teng avakirin û xwest girseya ku biçe li Sîlîvriyê dozê temaşe bike asteng bikin û bêzar bikin. di daxuyaniyê de hate gotin ku, “ Lê belê nekarîn piştgiriya gelê Kurd, HDK’ê, demokratan, bariş û hêzên kedkar, rewşenbîr, hûnermend, akademîsyen û şandeyên ji dervey welat hatîn dayîne kesên têne darezandin asteng bikin. Û banga şûpandina dozê ya girseyî hate kirin.

HDK’ê destnîşan kir ku, “Bila dawî li vê pêkanîna engîzîsyona bermayiya demê navîn berde. Demil dest ji vê operasyona siyasî ya li ser gelê Kurd, siyasetmedarên Kurd û dostên Kurdan berdin, her wiha hemû girtiyên siyasî berdin.”