HDK: Berpirsyarê komkujiyê hikumete

HDK: Berpirsyarê komkujiyê hikumete

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) êrîşa Dîlokê şermezar kir û diyar kir ku, ber pirsyarê komkujiyê hikûmeta di polîtîkayên şer û tundiyê de israr dike ye.

Lijneya Rêveber ya HDK'ê têkildarî êrîşa bombeyî ya li Karşiyakayê ya Dîlokê ya ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyeke nivîskî da. HDK'ê di daxuyaniyê de sersaxî li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan da û da zanîn ku, berpirsiyarê komkujiyê hikûmeta ku di polîtîkayên şer û şîdetê de israr dike ye û wiha hate gotin:

"Li şuna êrîş ji aliyê kê ve hate kirin bê dîtîn û bi awayeke lezgîn agahî bên komkirin hikûmet gotinên nefretê gotin. Li hemberî hemwelatiyên Kurd daxuyaniyên sorkirinê hatin dayîn." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, daxuyaniyên hikûmetê bêberpirsyarin û wiha hate gotin: "Hikûmeta 8 meh bi ser komkujiya Roboskiyê de derbazbûn hêj derheqê kiryaran de tu lêpirsîn venekirin, lê berpirsyarên komkujiya li Dîlokê de di demek kin de tespît kirin."